Ilham Ehmed: Divê QSD’ê di artêşa Sûrî de xwedî taybetmendî be

Piştî êrîşên dewleta Tirk li ser herêmên bakur Sûrî, lihevkirineke leşkerî di navbera QSD û rejîmê de pêk hat.. aniha jî Rêveberiya Xweser banga lihevkirineke siyasî li rejîma Sûrî dike. Seroka Desteya Rêveber a MSD’ê Ilham Ehmed careke din teqezî li ser wê yekê kir ku bêyî çareserkirina pirsgirêka Kurd, aloziya Sûrî çareser nabe. 

Bicihkirina QSDê weke feyleqa 5’an di artêşa Sûrî de, ne pêkan e.. QSDê xwedî taybetmendiyên cuda ye.

Seroka Desteya Rêveber a MSD’ê Îlham Ehmed wiha ji rojnameya Şerq el-Ewset re got.

Bi destpêkirina êrîşên dewleta Tirk li ser herêmê, tenê lihevkirinek leşkerî di navbera rejîm û QSDê de çêbû, lê belê heya niha ti lihevkirin di warî siyasî de pêk nehatiye.

Îlham Ehmed ji ber xwetirya dagirkeriya li ser xaka sûrî bang li rejîma sûrî kir.

Ilham Ehmed: Bêyî çareserkirina pirsgirêka Kurd, aloziya Sûrî çareser nabe

Em banga danûstandinên siyasî li rejîmê dikin..

Ji ber divê hikumeta Şamê Rêveberiya Xweser di destûrê de nas bike.

Divê QSD jî mîna hêzeke taybet di artêşa Sûrî de be.

Îlham teqez kir ku bêyî çareserkirina pirsgirêka Kurdî, çareserkirina aloziya Sûrî ne pêkan e.

Ilham Ehmed: Em banga cezakirina dewleta Tirk li ewropayê dikin

Di hevpeyvîna li gel rojnameya Şerq el-Ewset de, Îlhma Ehmed ev bang li welatên Ewropî jî kir:

Divê êrîş rawestin, êdî çek ji Tirkiyê re neyên dayîn.

Divê ji bo bikaranîna çekên qedexekirî jî ceza lê werin birîn.

Ji bo DAIŞ venegere, em dixwazin hêzên navdewletî li ser sînor werin belavkirin.

Seroka Desteya Rêveber a MSD’ê bi gotina “Em hemû dizanin Tirkiye bûye dewleteke radîkal, eger têkiliya welatên NATOyê pê re bimîne, êdî ew bi dewleteke ku terorîstan xwedî dike re eleqeder dibin.” bi dawî kir.

Leave a Reply

Back to top button