Ridwanê Dimilî: Divê di 17’ê Sibatê de her kes bê Kolnê

Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Kolnê bi komîteyên li 8 herêmên cuda amadekariyên ji bo Meşa Mezin a li Kolnê dike.
Li aliyekî din jî Hevserokê KON-MED’ê Kerem Gok ê serdana çalakgerên ku ji 1’ê Sibatê ve li Almanyayê dest bi greva birçîbûnê kirine kir û got:”Çalakgerên greva birçîbûnê pêşengiyê ji pêngava li Almanyayê re dikin.”

Komploya Navnetewî li dijî Rêber Abdullah Ocalan ya 15’ê Sibatê nêz dibe.

Bi boneya rojê li seranserî cîhanê çalakî tên lidarxistin .

Li bajarên Ewropaya Navîn wê 17’ê Sibatê Meşa Mezin a Kolnê bê lidarxistin .

Derbarê mijarê de ji Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Kolnê Ridwanê Dimilî axivî.

Ridwanê Dimilî diyar kir ku wan piraniya amadekariyên xwe yên ji bo meşa dîrokî temam kirine û got:

“Zêdeyî 10 hezar broşur û belavok hatin belavkirin.

Heta 16’ê Sibatê roja Înê jî em plan dikin ku 10 hezarên din jî belav bikin.”

Sîdar Ayhan: Divê ji 7 salî heta 70 salî ji bo azadiyê bimeşin

Ji Meclîsa Jinê ya Viyan a Kolnê Sîdar Ayhan ,Viyan Cemîla û Viyan Yildiz Fîlîmcî axivîn û gotin:

Divê ji 7 salî heta 70 salî ji bo azadiyê bimeşin.

Tecrîd tenê bi meşên bi vî rengî dikare bê şikandin, azadî bi vî rengî pêk tê.

Kerem Gok: Çalakgerên Greva Birçîbûnê pêşengiyê ji pêngava li Almanyayê re dikin

Li aliyekî din jî li bajarê Heîlbronn ê Almanyayê ji bo azadiya Rêber Apo di 1’ê Sibatê de greva birçîbûnê destpê kir.

Wê girev heta 15’ê Sibatê dewam bike.

Hevserokê KON-MED’ê Kerem Gok ê ku serdana çalakiya greva birçîbûnê eşkere kir ku,

Çalakgerên greva birçîbûnê ya li Heîlbronnê pêşengiyê ji pêngava li Almanyayê re dikin.

Basel-Meşa Enternasyonalîstan a ji bo azadiya Rêber Apo destpê kir

Back to top button