Keşeyê Dêra Ermen a Qamişlo û bavê wî hatin kuştin

Çeteyên DAIŞ’ê keşeyê Dêra Ermenan a Katolîk a Qamişlo û bavê wî dema ji Hesekê ber bi Dêrazorê ve diçûn, kuştin.Partiya Yekitiya Suryan bi êrişa li dijî bajarê Qamişlo û kuştina keşeyê Dêra Ermenan a Katolîk a Qamişlo Hosyb Bîdo şermezar kirin.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê diyar kir ku dema keşe û bavê xwe ji bajarê Hesekê ber bi Dêrazorê ve diçûn, çeteyên DAIŞ’ê gule li wan reşdandin.

Piştî êrîşê keşeyê bi navê Îbrahîm Henne Bîdo bi nasnav هوسيب بيدو Babûna Hosîb Bîdo û bavê wî Henne Îbrahîm Bîdo li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest dan.

Keşe û bavê xwe berê xwe dabû Dêrezorê da ku serpereştiya lêkirina dêra li wir bikin.

Ajansa A’maq a DAIŞ’ê ragihand ku DAIŞ’ê ev êrîş pêk aniye.

Hêjayî gotinê ku, şaniyên veşatî yên DAIŞ’ê bi destpêkirina êrîşên dewleta tirk a dagirker gelek sûd ji van êrşan wergirtin û li her derê dest bi êrîşan kirin.

DIVÊ HÊZÊN NAVDEWLETÎ LI DIJÎ BÛYERÊN WISA XWEDÎ HELWEST BE

Ji aliyê xwe ve Partiya Yekitiya Suryan êrişa li dijî bajarê Qamişlo û kuştina keşeyê Dêra Ermenan a Katolîk a Qamişlo Hosyb Bîdo şermezar kirin.

Partiyê diyarkirin ku dewleta tirk bi rêiya çeteyên xwe dixwaze ewlehiya heremê xirabike.

Ji ber vê yekê divê hêzên navdewletî li dijî kiryarên wiha xwedî helwest bin.

Leave a Reply

Back to top button