2 NÛÇEGIHANÊN AJANSA HAWARÊ BIRÎNDAR BÛN

Nûçegihanên Ajansa Hawarê Îbrahîm El-Ehmed û Gulîstan Mihemed dema ku dixwestin êrîşên dewleta tirk a dagirker a li dijî Girê Spî bişopînin di encama topbarana dewleta tirk de birîndar bûn.

Ji bo tedewaiyê herdu nûçegihan rakirin nexweşxanye Wetenî ya bajarê Girê Spî.

Rewşa nûçegihan Gulîstan Mihmed xetere ji ber ku di serê xwe de birîndar bûye..

Heta vê kêliya ku em nûçeya xwe radigihînin jî êrîş dewam e.

Hêjayî bi bîr xistinê ye doh di encama êrîşên dewleta Tirk li ser gundê Til Finder ê rojavayê Girê Spî de keça bi navê Sara Rifet Resûl ya (12) şehîd bû.

Her wiha li Kobanê jî derdora set 20:00 de artêşa dewleta Tirk bi doçkayan erîşî gundê Çaroxlî û Kor Elî yên rojavayê bajarê Kobanê kir.

Leave a Reply

Back to top button