PYD’ê bersiv da rêjîmê: Me pêşengtiya parastina yekîtiya gel û axa Sûriyê kir

Partiya Yekîtiya Demokratîk bersiv da tewanbariyê Serokê Rêjîma Sûrî Beşar El-Esed û destnîşan kir ku, bi van hewlwestan hewl didin, vîna gel bişkînin û wî neçar bikin ku, bikevin bin serweriya wan.

PYD’ê bi daxuyaniyeke nivîskî diyar kir ku, “bêyî tevgera gelerî ya ku PYD’ê serkêşiya wê kir û QSD’ê li kêleka wê sekinî, şoreşeke paqij nikarîbû pêk bihata û got,

“Bi vê şoreşê re, yekîtiya gel û erdê Sûrî pêk hat û rûmeta wê hat parastin”..

PYD’ê bal kişand ser bangên ku ji bo hikûmetê kirine û got,”Tevî MSD’ê a ku hemû partî û di serî de PYD’ê cihê xwe di nav de digire, bangên diyalogê ji bo parastina yekîtiya Sûriyê û diyarkirina siberoja wê jî, berpirsên hikûmetê bi tewanbariyên xiyanet û sîxûrtiyê li PYD’ê dikin”..

PYD’Ê BERSIV DA RÊJÎMÊ:
HELWESTA HEYÎ, TÊKÇÛYÎNA WAN NÎŞAN DIDE

PYD’ê diyar kir ku bi van daxuyaniyan hewl didin, vîna gel bişîkînin û neçar bikin ku jinû ve bixin bin serweriya xwe.

PYD’ê di daxuyaniya xwe de, bang li aliyan kir ku, vê diminatiya ku têkçûyîna we nîşan dide rawestînin û divê gel jî li hemberî fitne û tevliheviyan hişyar be.

Leave a Reply

Back to top button