Parlementerên Kongresa Amerîkayê: Bila serdana Erdogan a Amerîkayê were betalkirin

Perlamenterên Kongresa Amerîkayê bang li Trump kirin ku serdana serokkomarê Tirkiyê Erdogan ya ji Washingtonê re betal bike.

Erdogan biryar dabû ku dê 13’ê Mijdarê serdana Emerîkayê bike.

17 parlamenterên Kongresa Amerîkayê li dijî serdana Erdogan a Emerîkayê derketin û nameyek ji Trump re şandin.

Parlamenterên Kongresa di nameyê de wiha gotin:

Erdogan bi êrîşa xwe ya li ser Bakûr û Rojhilatê Sûrî encamên neyînî ji bo ewlehiya Emerîka yê derxist holê.

Êrîşa Erdogan bû sedema perçebûneke mezin di NATO yê de û krîzek mirovî li ser erdê.

Hêzên Tirkiyê sivîl û endamên Hêzên Sûriye Demokratîk hevalbenda sereke ya DYA`yê di şerê li dijî DAIŞ`ê de qetil kirin.

Her wiha bi sed hezaran sivîlên Bakur û Rojhilatê Sûriyê naçar man ku koçber bibin.

Di dawiya nameyê de parlamenteran ji serokê Emerîkayê xwestin ku serdana Erdogan betal bike.

Leave a Reply

Back to top button