Îro di saetên ber êvarî de li bajarê qamişlo 2 teqîn pêk hatin.Teqîn bi rêya erebeyên bombebarkirî pêk hate.Hêza Ewlekariya Hindir a Qamişlo jî diyar kir ku di teqînan de 3 sivîlan jiyana xwe ji dest da û zêdeyî 40 kes jî birîndar bûn e.
Îro saet derdora 15:10’an li bajarê Qamişlo du erebeyên bombebarkirî li kolana El-Wihdê li navenda sûka sereke ya bajêr, teqiyan.
Piştî teqînê Hêzên Ewlekariya Hundirîn dest bi lêgerînê kir û hewl da agirê ku bi dikan û otêlên derdorê ketine vemirîne.
Li gorî çavkaniyeke taybet ji nava Hêza Ewlekariya Hindir a Qamişlo ji mere ragihandî 3 kesan jiyana xwe ji dest daye û zêdeyî 40 kes jî birîndar bûn.
Navê kesên jiyana xwe ji dest dane jî wane:
Zozan Ebdulqadir Şêxo, xebatkarê şaredariyê
Medîne, xebatkara şaredariyê
Xalid Mihemed, endamê desteya çandê
Heman çavkaniyê da zanîn ku ji ber rewşa 3 birîndaran girane derbasî başûrê kurdistanê hatine kirin.
Her wiha di encama teqînan de zirarên madî yên mezin gihaştin milkên sivîlan.
Zêdetirî 16 dikan wêran bûn.