Kirinên Tirkiyê li Qibrisê yekîtiya Ewropayê dubare cezayan li Tirkiyê dibire

Ji ber kirinên wê yên ne rewa li ava Qibrisê, Yekîtiya Ewropayê cezayên nû li dewleta Tirk dibire.

Di çarçoveya siyasî û qanûnî de, îro Yekîtiya Ewropayê li ser sepandina cezayên nû li dewleta Tirk erê kir.

Ev biryar, di civîna wezîrên derve yên welatên YE de hate standin.

Li gorî Yekîtiyê, wê ev ceza qedexekirina vîza û cemidandina samanan bigirin dest.

Her wekî YE anî ziman ku di demeke nêz de, wê navên kesayet û kompaniyên aborî, pîşesazî û darayî jî werin destnîşan kirin.

Ji ber lêgerîna li gazê, berî niha jî YE ceza lê birîbûn, lê dîsan dewleta Tirk kirinên xwe ranewestandin.

Leave a Reply

Back to top button