WILLIAM ROBAK SERDANA NÛÇEGIHANA ANHA GULÎSTAN MIHEMED KIR

Şêwirmendê Koalîsyonê li Sûriyê William Robak serdana nûçegihana ajansa ANHA’yê Gulîstan Mihemed ku bi guleyên artêşa Tirk birîndar bûbû kir.

Şêwirmendê sereke yê hêzên Koalsîyona Navdewletî ya şerê li dijî DAIŞ’ê li Sûriyê William Robak serdana nûçegihana ANHA’ê Gulîstan Mihemed li nexweşaxaneya Minbicê kir.

Robak di serdana xwe de hêvî kir ku Gulîstan Mihemed di demeke nêz de baş bibe û got:

”Em baş girîngiya çapemeniyê û rola wê di sekinandina şeran de dizanin.

Robak destnîşan kir ku em ê rastiya heyî ji aliyên pêwendîdar re eşkere bikin”.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku, nûçegihanên ajansa Hawarê Gulîstan Mihemed û Ibrahîm Ehmed li taxa El-Minbetih a rojhilatê bajarê Girê Spî dema ku rewşa taxê dişopandin, bûn hedefa guleyên artêşa Tirk û birîndar bûn.

Û ji bo nexweşxaneya taybet a bajarê Minbicê hatibûn rakirin.

Leave a Reply

Back to top button