Di Meşa Mezin a Azadiyê de daxwaza ‘ji Abdullah Ocalan re Azadî’ li olan da

Ji 1 sibatê heta 15 sibatê,.
15 rojan di nava hewaya sar, berf û baranê de bê rawestan meşiyan.
Belê em behsa meşevanên “Meşa mezin a azadiyê dikin” ku piştî 15 rojan herdû bask, baskê Wan û Qersê li wargeha rêber Abdullah Ocalan Xelfetiyê gihiştin hev..
Li wir hat ragihandin ku meşa wan qediye, lê wê bi şêwyên cuda xebat xwe ya ji bo azadiya rêber Apo û çareseriya pirsgirêka kurd bidomînin.
Her weha kesên beşdar, siyasetmedar û parlementeran, kêliyên ku van 15 rojan dîtin û bandor li wan kirin anîn ziman.

Li her devera ku çalakgerên “Meşa Mezin a Azadiyê” lê derbasbûyîn, daxwaza “Ji Abdullah Ocalan re azadî” derket pêş.

Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û çareserkirina pirsgirêka kurd, 1’ê Sibatê ji Wan û Qersê meşevanan dest bi rêwitiyê kirin.

Siyasetmedar û nûnerên rêxistinên girseyî yên demokratîk di meşê de cih girtin, 15 rojan bênavber meşiyan û li gelek navendan bi gel re hatin ba hev.

Her wiha meşvan li her deverê, çûn ser gorên kesên di têkoşîna azadiyê ya kurd de jiyana xwe ji dest dayîn û bi bîr anîn.

Di Roja 15’an de jî meşvan ber bi warê ku Rêber Apo lê ji dayik bûye ve ketin rê û li Xelfetiyê ragihandin ku bername temam bûye.

Lê belê hat destnîşankirin ku wê çalakî û xwepêşandanên bi daxwaza “azadiyê” dewam bikin.

Siyasetmedarên di meşê de cihê xwe girtin kêliyên ku jê bandor bûn vegotin

Parlamenter û nûnerên rêxistinên girseyî yên demokratîk ên di meşê de cih girtin, têkildarî pêvajoya 15 rojên meşê hestên xwe vegotin.

Parlamentera DEM Partiyê Saliha Aydenîz ku baskê meşê Wanê de cih digirt, anî ziman di meşê de herî zêde dema Dayikên Aştiyê yên Botanê kumik, berstû û goreyên ji bo Rêber apo rêsayîn radestî wan kirine bibandor bûye.

Saliha Aydenîz, diyar kir ku dayikan ji wan re gotiye;

“Heke birêz Ocalan bicemide, em jî dê bicemidin.

Bi tevahiya hestên xwe re vê meşê careke din nîşanî her kesî da ku birêz Ocalan îradeya gelê kurd e.”

Parlementer Çîçek Otlu: Me têkoşîna yekbûyî hîs kir

Parlamentera DEM Partiyê Çîçek Otlu ku di baskê meşê yê Wanê de cih digirt, da zanîn ku serdana wan a ji bo kesên di têkoşîna azadiyê ya gelê kurd de şehîd bûyî bandoreke mezin li wê kiriye.

Parlementer Zekî Îrmez: Dayik bi hesreta aştiyê dijîn

Ji meşvanên baskê Wanê Parlamenter Mehmet Zekî Îrmez jî bi lêv kir ku dema ew bûn şahidên rondikên dayikan ên keyfxweşiyê, gelek hestiyar bûn.

‘Meşa Mezin a Azadiyê’ li Amarayê bi dawî bû

Back to top button