Rêveberiya Xweser destnîşan kir ku, bi êrîşên dewleta Tirk a li dijî Bakûr û Rojhilatê Sûrî, terora DAIŞ’ê zindî dibe û dibe sedema teqînan.
Her wiha teqez kir ku, berpirsyariya kuştina sivîlan jî dewleta Tirk e..
Rêveberiya Xweser bi daxuyaniyeke niviskî diyar kir ku, êrîşên dewleta Tirk a dagirker terora DAIŞ’ê ya li herêmê bi hêz dike û êrîşên li dijî sivîlan zêde dike.
Rêveberiyê teqez kir ku, ev teqîn dewamiya êrîşên Dewleta Tirk in..
Her wiha bal kişand ser plana qirkirina pêkhateyan a dewleta Tirk û anî ziman ku, li Til Temirê civaka xiristiyan di xeteriya êrîşan de ye û herî dawî jî, çeteyên DAIŞ’ê keşeyê Ermenî Ibrahîm Hena Bêdo û bavê kuştin e.
Rêveberiya Xweser êrîş şermezar kir û sersaxî ji malbatên qurbaniyan û civaka Ermen re xwest û bang li Koalîsyona navdewletî kir ku, girîngiyê bide têkoşîna li dijî terorê û rê li ber sûcên şer yên dewleta Tirk bigirin.
PARTIYA AZADIYÊ YA MEZOPOTAMYA
ÊRÎŞA LI QAMIŞLO ŞERMEZAR KIR
Bi heman armancê Partiya Azadiyê ya Mezopotamyayê-MOP jî daxuyaniyeke nivîskî weşand û êrîşên bombeyî yên li Qamişlo ku li dijî sivîlan pêk hatin, şermezar kir.
Partiyê destnîşankir ku dewleta Tirk bi hevkariya DAIŞ’ê ewlehiya herêmê xira dike, pêkhateyan qir dike û bang li rayagiştî ya navnetewî kir ku li dijî dewleta Tirk bikevin nava liv û tevgerê.