Meclisa Leşkerî ya Sûryan: Em li hember êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê destgirtî namînin

Artêşa Tirk a dagirker êrişên xwe li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomîne.
Şervanên QSD’ê jî di çarçoveya mafê parastina rewa de bi lehengî li hember êrişên artêşa Tirk disekinin.
Fermandarê Meclisa Leşkerî ya Suryan a navçeya Til Temirê Xabûr Akad diyakir ku ew ê nehêlin Tirkiyê xaka wan dagir bike.

Fermandar Xabûr Akad anî ziman ku ew bi hemû hêza xwe li dijî êrîşên Tirkiyê şer dikin.

Fermandar Akad da zanîn ku ji roja ku êrîşên dagirker yên dewleta Tirk dest pê kir heta îro li êniyên pêş ên Xabûrê yê navçeya Til Temirê ne û bê navber li ber xwe didin.

Xabûr Akad destnîşankir ku ji bo pêkhateyên herêmê û gelên Asûrî, Kildan û Suryan biparêzîn bi ti awayî paş ve gav neavêjin.

Xabûr Akad diyar kir ku berxwedana wan li rex QSD’ê di çarçoveya mafê parastina rewa de wek pêkhateyên herêmê erkek e ji wan tê xwestin.

Xabûr teqez kir ku ew nahêlin û rê nadin dewleta Tirk ku komkujiyên li ser wan bi rêya êrişên xwe yên li ser herêmê dubare bikin.

Di dawiyê de Xabûr Akad bang li civaka navdewletî kir ku bi lez mudaxele bike û êrişên artêşa Tirk û çeteyên wê li ser herêmê rawestîne.

Leave a Reply

Back to top button