Bîlançoya şer a li Sûdanê

Li Sûdanê şerê navxweyî karesetên mirovî jî bi xwe re anî.
Li gorî sazî û rêxistinên heremî û navneteweyî li Sûdanê şerê di dirêjahiya 11 mehan de 12 hezar kes mirin.
Nêzî 8,6 mîlyon kes jî cihê û warê xwe bûn.

11 mehin li Sûdanê şerê navxweyî didome.

Di encamê vê şerî de dîsa hejmarek zêde sîvîl hatin kuştin û neçar man koçber bibin.

Berdevkê Neteweyên Yekbûyî Stephane Dujarric da zanîn ku şerê li Sûdanê 7,1 mîlyon kes ji cihê xwe bûn û zêdetirî 1,5 mîlyon kes jî neçar man berê xwe bidin welatên cîran.

Li gorî Çavderiya Mafên Mirovan a Sûdanê piraniya xwe sîvîl 12 hezar 190 kes di şerê navxweyî de mirine.

Eyaleta Xartûmê

Di rapora Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûdanê de tê diyarkirin ku sê bajarên li Eyalata Xartûmê ji 7’ê Gulanê heya 13’ê Îlonê di encama êrîşên hewayî de herî kêm 467 sîvîl mirine û nêzî 294 kes jî birîndar bûne.

Ev bîlanço ji hêla Mîsyona Neteweyên Yekbûyî ve hatiye belgekirin.

Navenda Alîkariya Adlî ya Parêzvanên Sûdanê belge kirin ku hin heremên li Eyaleta Xartûmê 118 bûyerên bombekirinê pêk hatiye ku ev bûye sedema mirina 533 kesan.

Bajarê Wad Medenî

Hêzên Piştgiriya Bilez-HDK’ê di 18’ê Kanûna borî de ji nişkave bajarê Wad Medenî ya paytexta Eyaleta Cezîrê bidest xist.

Bajarê Wad Medenî ji bo bi deh hezaran mirovên ku li Eyaleta Xartûmê reviyan bûbû stargehek, navenda sereke ya tenduristiyê.

Li gorî raporên herêmî û navneteweyî, di encama êrîşa li ser bajêr de 300 heta 500 hezar kes koçber bûne.

Di van êrîşan de gelek binpêkirin pêk hatin.

Di nava van de kuştin, talan, gef û destdirêjî jî hebûn.

Her wiha bazar, embar, tesîsên aborî û tenduristiyê hatin talankirin.

Welat depoyên Bernameya Xwarinê ya Cîhanî ya Neteweyên Yekbûyî jî di nav de tevahiya stoka dermanên xwe winda kir.

Li gorî komîteya destpêkê ya Yekîtiya Bijîjkên Sûdanê, hejmara miriyan li bajêr 3 bijîşk jî di nav de gihîşt nêzî 300 kesî.

Bajarê Nyala

Dema dorpêça dirêj a Tûgaya 16’an a li ser bajarê Nyala, paytexta eyaleta Darfûr a Başûr bi dawî bû, Hêzên Piştgiriya Bilez di 26’ê Cotmehê de bajar bi dest xist.

Bajar bûbû sembolek ku bi qasî 3,4 mîlyon mirov lê dijiyan û pêkhateyên cûda yên civakî li hev kom bûbûn.

Li gorî şahid û rêxistinên mafên mirovan di şerê heyî yê li bajarê Nyala ya li Başûrê Darfurê de bi sedan sivîl jiyana xwe ji dest dane.

Di êrîşên hewayî yên bi varîlên teqîner de herî kêm 118 sivîl mirin û birîndar bûn.

UNICEF: Bûyera herî mezin a jicîhûwarkirina zarokan li Sûdanê ye

Back to top button