KNK, KCK û KJK Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanî pîroz kirin

Komîsyona Ziman, Çand û Perwerdeyê ya KNK’ê, Komîteya Perwerdeyê ya KCK’ê û Komîteya Perwerdeyê ya KJK’ê roja Zimanê Dayikê ya Cîhanî pîroz kirin.
Aliyan diyar kirin ziman nasnameya gelan e û gotin: Pêwîste gelê me li her cihê lê ye axaftin û nivîsîna bi Kurdî wek çalakiya bêmiriniya zimanê dayikê bibîne.

Komîsyona Ziman, Çand û Perwerdeyê ya KNK’ê, Komîteya Perwerdeyê ya KCK’ê û Komîteya Perwerdeyê ya KJK’ê roja Zimanê Dayikê ya Cîhanî pîroz kirin.

KNK’ê diyar kir ku zimanê Kurdî yek ji nasnameya kevnar ê Rojhilata Navîne û got:

“Lê piştî parçekirina Kurdistanê ji aliyê dewletên dagirker ve siyaseta înkar û tinekirina zimanê Kurdî hîna jî tê meşandin.

Di vî warî de erkê saziyên navneteweyî û mafê mirovan e ku li hemberî vê zilma dewletan bêdeng nemînin.”

KNK: Ji piştgiriya xebatên hevbeş ên ji bo ziman em amade ne

Bi domdarî KNK’ê spasiya hemû hewldanên takekesî û saziyên di warê parastina ziman de dixebitin kir û wiha got:

“Erkê Hikûmeta herêma Başûrê Kurdistanê û Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê ye di warê polîtîkaya ziman û plansaziyên ziman de kar û xebata li hev nêzîkkirin û parastina zarav û binzarên zimanê Kurdî têxin rojev û stratejiya karên xwe.”

Ji bo piştgiriya van xebatan KNK’ê anî ziman ew amade ne û hêvî kir ku zimanê me her dem ji pêşengên zimanên cîhanê be.

KCK: Modela perwerdeya Rojava ji bo herkesî mînak e

Komîteya Perwerdeyê ya KCK’ê jî bi sernavê “Ziman ne tenê avabûna hişmendiya civakî ye, her wisa hêmanê bingehîn ê avakirina civakîbûnê ye” ev roj di serî de li Rêber Apo, li hemû gelên berxwedêr re pîroz kir.

KCK’ê destnîşan kir ku perwerdeya bi zimanê dayikê ji hemû daxwazên din rewatir e û ev tişt anî ziman:

“Li ser vê hîmê modela perwerdeya Rojava, Bakûr-Rojhilatê Sûriyê ji bo hemû gelên ku li herêm û cîhanê tekoşîna hebûn, nasmane û ziman dimeşînin, mînaka herî bê hempa ê heza civakî û vîna civakî ye.”

“Pêwîste gelê me li her cihê lê ye axaftin û nivîsîna bi Kurdî wek çalakiyê bibîne”

KCK’ê banga xurtkirina têkoşîna zimanê dayikê kir û got:

“Pêwîste gelê me li her cihê lê ye axaftin û nivîsîna bi Kurdî wek çalakiya bêmiriniya zimanê dayikê bibîne.

KJK: Ziman dayikê nasnameya gelan e

Komîteya Perwerdeyê ya KJK’ê jî bi sernavê ‘Ziman Dayikê nasnameya gelan e’ ev peyam da:

“Bi zimanê dayîkê axaftin, hînbûn û pêşxistin xebateke herî xwezayî û watedar e.
Ziman remzê hebûnê, esl û nasnameya mirov e. Kesê zimanê xwe winda bike, eslê xwe jî winda dike. Ji bo mirov xwedî esil be, şert e destpêkê bi zimanê xwe serbilind be.”

KJK: Di her gava jiyanê de bi Kurdî bihizirin

KJK’ê daxwaz ji her kurdekî kir ku li dor sazî, mamoste û kedkarên zimanê dayîkê bicivin, di her gava jiyanê de bi kurdî bihizirin, bi kurdî biaxivin û bi Kurdewarî hebûna xwe raber bikin.

Back to top button