Li dijî dagirkeriya dewleta tirk a li Kurdistanê gerîlayên HPG’ê rêzeçalakiyên xwe zêde dikin.
Gerîlayan li herêma Agirî ya Bakurê Kurdistanê çalakiyên bi bandor lidarxistin.
HPG’ê ragihand ku di van çalakiyan de 10 leşkerên dewleta tirk a dagirker hatine kuştin.
Gerîlayên HPG û YJA Starê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk rêzeçalakî lidarxistin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyên li herêma Serhedê daxuyaniyeke nivîskî weşand.
HPG’ê di daxuyaniya xwe de ev agahî dan:
Di çarçoveya Pêngava Serketina Şoreşgerî ya li Eyaleta Serhedê de, li nêzî qereqola Şilê ya navçeya Bazîd ya Agiriyê gerîlayan 9’ê Mijdarê li dijî yekîneya artêşa Tirk a dagirker çalakiyek sabotajê pêk anîn.
Di encamê de 10 leşker hatin kuştin û 10 jî birîndar bûn.
Artêşa tirk a dagirker piştî çalakiyê bi helîkopter, wesayîtên zirxî û ambûlansan leşkerên xwe yên mirî û birîndar ji herêmê derxistin.
Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Heftanînê de jî gerîlayan li dijî artêşa Tirk a dagirker hin çalakî pêk anîn.
10’ê Mijdarê gerîlayan li dijî leşkerên dagirker ên li ser Girê Partîzan çalakiyek lidar xistin.
Gerîlayan derbên xurt li çeper û stargehên artêşa tirk dan.
Derbarê kuştî û birîndarên artêşa dagirker de ti agahî hatin bidestxistin.
11’ê Mijdarê gerîlayan li Girê Partîzan careke din çalakî pêk anîn û derbên giran li çeper, kon û cihên leşkeran xistin.
Di encamê de gelek kon û konteynir bi temamî şewitîn.
Hejmara leşkerên di çalakiyê de mirin û birîndar bûn nehate tespîtkirin.
HPG’ê ragihand ku dewleta Tirk dagirker ji 8’ê Mijdarê heta 12’ê Mijdarê herêma Metîna, Avaşîn bi balafirên şer bombebaran kir.
Di encama van êrîşan de 2 gerîla şehîd bûn.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê da zanîn ku nasnameya gerîlayên şehîd bûne wê di rojên pêş de bi raya giştî re parve bikin.