Li navçeya Xaneqînê ya Diyale piştî teqînekî ku welatiyek birîndar bû, çeteyên DAIŞ’ê êrîşî nuqteyekî Polîsên Lezgîn ên Iraqê kirin.
Di encama êrîşê de polîsek û efserek birîndar bûn.
Li gorî agahiyên ji çavkaniyên ewlehiyê hatine girtin, şevê din li nêzî gundê Mehmûd Ezîz ê Xaneqînê mayînek bi barhilgirekê ve teqiya û şofêrê wê birîndar bû.
Piştî teqînê çeteyên DAIŞ’ê êrîşî nuqteyekî Polîsên Lezgîn ên Iraqê yên li Xaneqînê kirin.
Hate ragihandin ku di êrîşa çeteyên DAIŞ’ê de polîsek û efserek birîndar bûne.
Birîndar rakirin Nexweşxaneya Xaneqînê.
Li gorî heman çavkaniyan piştî êrîşa DAIŞ’ê, şer di navbera polîsên Iraqê û çeteyan de derketiye.
Li aliyê din Navenda Ragihandina Ewlehiyê ya Iraqê duh bi daxuyaniyeke çapemeniyê diyar kir ku li bajarê Kerkûkê 9 çeteyên DAIŞ’ê hatin girtin û di nava wan de jî çend emîr hene.