Li Dêra Zorê di êrîşekê de, 10 çekdarên Îranê birîndar bûn

Li Dêra Zorê aloziya di navbera çekdarên Îranê û koalisyona Navneteweyî zêde dibe.

Çavdêriya Sûrî diyar kir ku di seatên sibê de, balafirên şer yên nenas êrişî nuqteyên çekdarên Îranê yên li derdora Dêra Zorê kirin.

Li bajarê Bukemalê yê Dêra Zorê jî balafirek bêmirov êrişî cebxaneya çekdarên Îranê kirin.

Heta niha li ser her du êrişan tu agahî nehatine bidestxistin.

Tê gotin ev êriş ji aliyê Amerîka û koalisyona Navneteweyî pêk hatine.

Her wiha li aliyê başûrê Dêrazorê di êrişeke nenas de nuqteyek çekdarên Îranê hate armanckirin.

Di encamê de, bêtirî 10 çekdarên Îranê yên ne ji nasnameya Sûrî ne birîndar bûn.

Back to top button