Dewriyeyên hevbeş ên QSD`ê û Koalîsyona Navdewletî di navbera rojava û bakurê Kurdistanê de li navçeyên Serêkaniyê û Dirbêsiyê dest pê kirin.
Îro di navbera rojava û bakurê Kurdistanê de dewriyeyên hevbeş ên QSD`ê û Koalîsyona Navdewletî li ser sînorê herêma Serêkaniyê û Dirbesiyê dest pê dikin.
Dewriye wê ber bi bajarê Serêkaniyê ve biçin.
Dewriyeyên hevbeş li ser sînorê Girê Spî û Kobanê jî dest pê kiribû.
Ev dewiriye piştî ku artêşa tirk a dagirker êrîşî xaka bakurê Sûrî kir pêk tên.
Di encama êrîşên artêşa dagirker de zarokek 6 salî û 2 endamên Erka Xweparastinê şehîd û 2 rojnamevan jî di nav de 4 kes jî birîndar bûbûn.