HPG’ê nasnameya 4 gerîlayên şehîd eşkere kir

HPG’ê 4 gerîlayên ku 11’ê Tebaxa 2018’an li Avaşînê şehîd bûnbûn, bi rêzdarî bi bîr anîn û got: “Em soza xwe dubare dikin ku em ê bibin layiqê têkoşîna hevrêyên xwe yên şehîd bin.”

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê nasnameya 4 gerîlayên ku li herêma Avaşînê şehîd bûne
eşkere kir.

HPG têkîldarî şehadeta gerîlayan, ev agahî parvekirin:

Gelîrayan 11’ê Tebaxa 2018’an, li herêma Avaşîn çalakiyên bi bandor li dijî artêşa Tirk hat pêkanîn.

Di êrişên piştî çalakiyan de, fermandarê me yê hêja hevrê Egîd Zaza û hevrêyên bi wî re Agir, Serhed û Xeyrî gihîştin şehadetê.”

HPG’ê bi domdarî behsa têkoşeriya şehîdan kir û got:

“Hevrêyê me Egîd Zaza bi sekna xwe ya zelal a di xeta Rêbertî de, bi îradeya xwe ya xurt û girêdana wî ya bi azadiyê re, cihê xwe di dîroka me ya berxwedanê de girt.

Li hemû qadên ku lê bû, bû parêzvanê xeta berxwedanê ya Apoyî.

Hevrêyên me Agir, Serhed û Xeyrî jî bi tevlîbûna xwe ya bê-hesab û bêdudilî bûn ciwanên Kurd ên bi rûmet ku felsefeya Apoyî naskirin û kirin bingeha jiyana xwe.”

HPG’ê: Em ê têkoşîna hevrêyên xwe yên şehîd bi serkeftinê tacîdar bikin

HPG’ê ji malbatên hêja yên şehîdan û tevahî gelê Kurdistanê yê welatparêz re sersaxî xwest û got:

“Em careke din soza xwe dubare dikin, em ê têkoşînên hevrêyên me yên şehîd ku dewrî me kirine bi hişmendî û berpirsyariya layiqî wan, bi serketinê tacîdar bikin.”

Li gorî daxuyaniyê nasnameya gerîlayên şehîd wiha ye:

Nasnav: Egîd Zaza
Nav û Paşnav: Osman Kiliç
Cihê jidayikbûnê: Çewlîk
Navê Dayikê: Saîme
Navê Bav: Abdullah
Cih û Dîroka Şehadetê:11’ê Tebaxa 2018’an/Avaşîn

 Nasnav: Agir Umut Jîrkî
Nav û Paşnav: Îslam Ozdemîr
Cihê jidayikbûnê: Burdur
Navê Dayikê: Surme
Navê Bav: Hadî
Cih û Dîroka Şehadetê: 11’ê Tebaxa 2018’an/Avaşîn

Nasnav: Serhed Partîzan
Nav û Paşnav: Abdurrahman Yaşa
Cihê jidayikbûnê: Amed
Navê Dayikê: Zalîha
Navê Bav: Mehmet
Cih û Dîroka Şehadetê: 11’ê Tebaxa 2018’an/Avaşîn

Nasnav: Xeyrî Azad
Nav û Paşnav: Dogan Yuzguleç
Cihê jidayikbûnê: Wan
Navê Dayikê: Makbûle
Navê Bav: Hasan
Cih û Dîroka Şehadetê: 11’ê Tebaxa 2018’an/Avaşîn”

Back to top button