Emmanuel Macron: Min têkilîdarî Sûriyê peywendiyeke “gelekî baş” li gel Trump pêk anî

Serokê Fransa Emmanuel Macron ragihand ku wî û serokê Emerîka têkildarî alozaiya Sûriyê, peywediyeke gelek baş pêk aniye.
Macron li ser Twittera xwe ragihand ku wî li gel serokê Emerîka Donald Trump peywendyiyeke telefonî pêk anî û têkildarî Aloziya Sûriyê, Îran û NATO’yê axvîne.
Macron ev peywendî bi gelekî baş bi nav kir û da zanîn ku, beriya lutkeya NATO li Londonê, wê li gel serokê Emerîka bcive.
Ev peywendî beriya hevdîtina Serokê Dewleta Tirk a dagirker Erdogan û Trump ku tê payîn îro bcivin, pêk tê.
Erdogan beriya hevdîtinê jî careke din Emerîka bi paşguhkirina sozên xwe têkildarî vekişandina QSD’ê ji ser sînor tewanbar kir.

Leave a Reply

Back to top button