4 Şaredariyên HDP’ê hatin dagirkirin

Dewleta Tirk piştî girtin û binçavkirinên qirkirina siyasî yên li dijî rêveberên HDP îro dîsa 4 şarêdarî dagir kir û di qeyyûmên xwe wezîfedar kir.
Bi fermana Wezareta Karê Navxweyî şarêdariyên HDP’ê yên navçeyên Yenîşehîr û Hezro yên Amedê, navçeya Hezexê ya Şirnexê û Bajaroka Perî ya girêdayî navçeya Mazgêrda ya Dersimê hat dagirkirin.
Dewleta Tirk Hevşaredarên Yenîşehîrê Belgîn Dîken û Mehmet Devîren û hevşarêdarên Hezroyê Ahmet Çevîk û Gulîstan Ektî ji erka wan girt û qeyûmê xwe şand dewsa wan.
Li Hezexê jî gelek polîs serê sibê çûn mala Hevşaredar Songul Erden û fermana dûrxistinê dana wê, lê hevşaredar Erden qebûl nekir.
Heta niha 3 jê şaredariyên bajarên mezin 20 şarêdariyên HDP hatine desteserkirin û qeyûm hatine şandin.

Leave a Reply

Back to top button