QSD:dewleta Tirk hewil dide dagirkeriya xwe berfireh bike

Navenda Ragihandin û Çapemeniya QSD’ê bi daxuyaniyeke encamê şerên li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên 24 saetên dawî eşkere kir.
QSD’ê ragihand ku dewleta tirk 24 saetên derbasbûyî careke din agirbest binpê kiriye û êrîşî şervanên QSD’ê kiriye.
Di encama van êrîşan de jî 4 şervan şehîd, 7 jî birîndar bûne.

Navenda Ragihandin û Çapemeniya QSD’ê bi daxuyaniyeke nivîskî encamê şerên li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên 24 saetên dawî eşkere kir.
QSD’ê destnîşan kir ku dewleta tirk hewil dide dagirkeriya xwe berfireh bike û şervanên QSD’ê di çarçoveya parastina rewa de bersiv didin êrîşan.
QSD’ê di daxuyaniya xwe de ev agahî par ve kirin:
Li Eniya Zirgan û Til Temirê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi çekên giran û balafirên bê mirov êrîşî gundên Bab el-Xêr, Ebdilhey, Rihaniyê, Qasimiyê, Erbeîn, Amiriyê, Feyseliyê, Minhir û Mehmûdiyê kirin.
Piştî êrîşan şervanên QSD’ê di çarçoveya parastina rewa de bersiva da û şereke dijwar qewimî.
Li êniya Eyn Îsa jî dewleta tirk û çeteyên wê bi çekên giran û balafirên bê mirov gundên Mesûdiye, Genteriyê û Hoşa bombebaran kirin û hewil dan di milê gundê Xefetsalim de dagirkeriya xwe berfireh bikin.
Lê şervanên QSD’ê bersîv dan û pêşî li vê girtin.
QSD’ê ragihand ku di êncama êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê de 4 şervanên QSD’ê şehîd bûn û 7 jî birîndar bûn.
AGIRBEST TÊ BINPÊKIRIN
4 ŞERVAN ŞEHÎD
7 BIRÎNDAR

Leave a Reply

Back to top button