Kongra Star: Bi êrîşan dixwazin şoreşa jinê teslîm bigirin

Kongra Star ragihand ku wê îsal çalakiyên 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser jinê ji bo bîranîna Hevrîn Helef, Dayê Aqîda û şervana YPJ Amara Rênas lidarbixin.
Kongra Star bang li hemû sazî û rêxistinên jinan kir ku qadên çalakiyên 25’ê Mijdarê bi rengên her 3 jinên leheng bixemilînin.

Kongra Star bi munasebeta 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser jinê daxuyaniyek weşand û destnîşan kir ku berxwedana Xweşîkên Mîrabel îro jî jibo hemû jinên cihanê bûye çavkanî û hêviya herî mezin ku diktatorî û faşîzma şîdeta zilamên serdest, bi hêza jinên rêxistinkirî têk bibin.
Kongra Star bal kişand ser faşîzm û dagirkirina dewleta Tirk ku li ser hemû gelê Kurd û Rojavayê Kurdistanê dimeşîne û destnîşan kir ku ji bikaranîna çekên kîmyewî heta îşkence, tecawiz û êrîşên rêxistinkirî, koçberiya bi darê zorê û komkujiyan, jin û zarok rastî şidetên piralî hatine.
‘Qirkirina fizîkî, çandî, demografîk, aborî, civakî û ekolojîk pêk tê’
Kongra Star di daxuyaniyê de weha got:
“Qirkirineke fizîkî, çandî, demografik, aborî, civakî, siyasî û ekolojik a herî mezin îro li Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê jiyîn. Di şexsê faşîzma dîktatoriya Erdogan û çeteyên wê de şîdeta sîstema zilamên serdest ên bi rêxistinkirî tê fade kirin.”
Kongra Star: Çalakiyên îsal ji bo bîranîna 3 jinên leheng pêk werin
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku dewleta Tirk dixwaze bi vê êrîş û şîdeta dijwar şoreşa jinê teslîm bigire û lê jin bi hêza xwe ya rêxistinkirî li ber xwe didin û pêşengtiya avakirina civaka azad û demokratîk dikin.
Kongra Star bibîrxist ku siyasetmedar Kurd Hevtîn Xelef, Dayê Aqîde û şervana YPJ Amara Rênas ku bi destê çeteyên dewleta Tirk hatin şehîdxistin, li hemberî şîdeta zilamên serdest û desthilatdar, bûne sembolên nû yên têkoşîne.
Kongra Sart ragihand ku ew ê îsal hemû çalakiyên 25’ê Mijdarê ji bo bîranîna 3 jinên leheng yên Kurd ku têkoşîna Xwişkên Mirabel nûjen kirine lidarbixin û bang li hemû tevger û rêxistinên jinan kir ku qadên 25’ê Mijdarê îsal bi rengên her 3 jinên leheng bixemilînin.

Leave a Reply

Back to top button