Dewleta Tirk ava bendavan weke çek li dijî kurdan bikar tîne

Dewleta Tirk şerê xwe li dijî Bakur û Rojhilatê Sûrî ne tenê bi balafir, tank û çekên kîmyewî, bi astengkirina yek ji pêdiviyên bingehîn yê jiyanê avê jî dimeşîne.
Piştî ku dewleta Tirk avakirina bendava Îlisû bi dawî kir, ji bo cihê dîrokî Heskîfê di bin avê de bihêle, embarên wê tije av dike.
Niha jî dewleta Tirk vê bendavê weke çekekî li dijî Bakur û Rojhilatê Sûrî bikar tîne û avê li ser herêmê qut dike.

Av jiyan e, lê dewleta Tirk a dagirker bi avê jiyanê dikuje.
Çi şerekî der-exlaqî û dermirovî hebe, îro bi destê dewleta Tirk a dagirker li dijî gelê Kurd û Bakur û rojhilatê Sûrî tê meşandin.
Ji bilî şerê bi tank, balafir, bejahî û heta bikaranîna çekên kîmyewî, dewleta Tirk a dagirker niha avê weke çek li dijî Bakur û Rojhilatê Sûrî bikar tîne.
Di Tîrmeha borî de dewleta Tirk avakirina bendavê Îlisû إليسو، bi dawî kir û embarên wê tijî av kirin.
Kovara The Nation a Emerîkî jî bal kişand ser xeteriya vê bendavê û tekez kir ku Enqere vê bendavê weke çekekî xeternak bikar tîne.
Bi avakirina vê bendavê, rêjeya ava çemê Firatê ku di Sûriyê re derbas dibe kêm dibe û bandoreke neyînî li herêmê dike.
Zaniyarê Ekolojî yê Elman Olirîş Îxîlman dibêje:
Tirkiyê bi awayekî bi plan ev bendav ava kiriye û mîna çekekê di destên wê de ye.
Ev bendav tenê li Sûriyê bandorê nake, wekî ku pisporê Ekolojî yê Kurd Ercan Ayboga dibêje, bi vê bendavê dewleta Tirk wê li Bakûrê Kurdistanê, li herêmên Kurdan guhertineke demografîk jî çê bike.
Piştî ku avê li ser kurdan qut bike, wê wan neçarî koçberiyê bike.
Her weha bi vê bendavê re cihê qedîm yê dîrokî Heskîfê ku 12 hezar sal berê hatibû avakirin jî, di bin avê de tê hiştin.
Di salên 90’î de dewleta Tirk li Kurdistanê bendava Ataturk ava kir û di encamê de zêdetirî 50 hezar kesên Tirk li herêmên Kurdan bi cîh kir.
Her wiha bajarê Samosata yê mîrasê şaristaniya Yonanî jî hilweşand.

Leave a Reply

Back to top button