Tevî qaşo peymana herêma Bêçek a li Idlibê di navebera Putîn û Erdogan de çeteyan êrîşî herêmên rejîma Sûrî kir.
Çeteyên Hey’et Tehrîr Şam hêzên rêjmê li herêma başûr-rojhilatê Idlibê bi fûzeyan kirin hedefa êrîşên xwe.
Her wiha hêzên rêjîmê jî herêma Xan Şêxûn a bakurê Idlibê û herêma Zirbê ya bakurê Helebê bi dijwarî topbaran kir.
Herêma Kebbanê ya bakur-rojhilatê Lazqiyê jî bû armanca topên hêzên rêjîmê.
http://www.syriahr.com/?p=289552
Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûrî jî diyar kir ku bi dehan çeteyên ku ji gundewarên Şamê hatine, tevlî Hey’et Tehrîr Şam bûn.
Hat zanîn 120 çeteyên Feyleq Er-Rehman ên Xûtaya Rojhilat, niha li herêma Cebel Ekrad tevlî çeteyên Hey’et Tehrîr Şam bûne.