Li Siwêdayê greva giştî

Li parêzgeha Siwêdayê greva giştî dest pê kir.
Çalakvan derbasî navendên hikumeta Şamê bûn û hemû tiştên wan rakirin.
Beşdaran banga guhertina siyasî û pêkanîna biryara NY 2254’an kirin.

Li Siwêdayê li ser banga çalakvanan greva giştî dest pê kir.

Xwepêşandêran bi şewitandina tekeran rêya Şam-Siwêda û kolana naverasta bajar a li nêzî Çerxerêya Cerayê girtin.

Grev li hemberî siyasetên hikumeta Şamê û ji bo piştevaniya daxwazên xwepêşandêran li dar ket.

Bi dehan şêniyan li ber avahiya Sendîkaya Endazyarên Çandiniyê xwepêşandan li dar xistin.

Bi vî awayî çalakvanan derbasî avahiyê bûn.

Dîmenê dema kaxezan ji pencerê diavêjin bidin

Çalakvanan li avahiyê wêne, nîşan û hemû tiştên girêdayê hikumeta Şamê rakirin.

Piştre xwepêşandêran berê xwe dan qada El-Keram û li wir mêtingek li dar xistin.

Xwepêşandêran banga guhertina siyasî û bêpanîna biryara NY’ a 2254’an kirin.

Her wiha eşkere kirin ku heta daxwazên wan pêk neyên wê dest ji çalakiyên xwe bernedin.

Çeteyên DAIŞ’ê 3 şivan revandin

Li rex bangên guhetina siyasî şer jî heye.

Çeteyên DAIŞ’ê li çolistana parêzgeha Dêrazorê êrişî komek şivanên pez kirin.

Çeteyan 3 şivan û gelek pez revandin.

2 leşkerên hikumeta Şamê hatin kuştin

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand li herêma Şelah a Zebedanî ya Şamê endamekî îstîxbarata leşkerî ya hikumeta Şamê di êrişa çekdarên nenas de hat kuştin.

Her wiha li ser rêya Nasiriye-Xedrî Bustan a li başûrê parzgeha Quneytirayê, bombeyek bi erebeyek leşkerên hikumeta Şamê ve teqiya.

Hate diyarkirin ku bombe berê di erebeyê de hatibû danîn.

Di encamê de, Efserek hêzên hikumeta Şamê hate kuştin û yek jî birîndar bûn.

Ev her du Efser di Focê 112’an kar dikin.

Îsraîlê jî ev Foc bi êrişên li dijî Colanê tewanbar dike.

Îsralê êrişî sînorê Sûrî-Lubnan kir

Back to top button