Civîna Koalîsyona Navdewletî rêkarên Rûsya, Sûrî û dewleta Tirk bên gotûbêjkirin

Wezareta Derve ya Emerîkayê ragihand ku Washîgton wê rêkarên Rûsya, rejîma Sûrî û dewleta Tirk ên li Bakur û Rojhilatê Sûrî bi koalîsyona navdewletî re gotûbêj bike.

Wezaretê da xuyakirin ku di civînê de wezîrên welatên di bin sîwana koalîsyonê de wê rêkarên Rûsya, rejîma Sûrî û dewleta Tirk a li bakur û Rojhilatê Sûrî gutubêj bikin.
Civîna Koalîsyonê jî wê sibe 14’ê Mijdarê li Washngtonê bi beşdarbûna 35 welat û rêxistinên ku endamên Koalîsyonê ne bê lidarxistin.
Civîn wê bi armanca nirxandina bûyerên dawî yên meha borî, bi taybet êrîşên dewleta Tirk ên li dijî herêmê bê lidarxistin.
Her wiha pêşeroja Emerîkayê ya li herêmê û helwesta hevkarên têkoşîna li dijî DAIŞ’ê jî were nirxandin.
Li gorî hin berpirsan, piştî civîna Koalîsyonê ji bo gutubêjkirina aloziya li Sûrî wê civîna ”Koma Piçûk” ku Birîtaniya, Almanya, Misir, Urdin, Suûdî, Emerîka û Fransayê di nav de ye, bê lidarxistin.

Leave a Reply

Back to top button