Erdogan: Em ê 2 milyon penaber li Bakurê Sûrî bich bikin

Serokkomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan careke din niyeta xwe ya guhertina demografiya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî eşker kir û diyar kir ku ew ê 2 milyon penaber li herêma bi navê Ewle bich bike.

Duh Serokkomarê Tirkiyê Erdogan li gel serokê DYE Donald Trump li Waşington civiya û dosyayên aloziya Sûrî û kirîsa pergala S 400 li ser masa herdû aliyan bûn.
Piştî civînê û di kongreyeke çapemeniyê de, Erdogan planên xwe yên qirêj ên guhertina demografiya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî eşker kir û diîsan kaxeza penaberên li Tirkiyê li ba kir.
Erdogan got:
Li herêma ewle ya ku em ê li Bakurê Sûrî ava bikin, em ê 2 milyon penaber bicih bikin.
Civîna Erdogan û Terump
Tevî binpêkirinên dewleta Tirk..Trump: Agirbest baş derbas dibe
Erdogan behsa guhertina demografiya hermên ku dagirkirne jî kir û tekez kir li herêma Cerabilisê wan 365 penaber bich kirine.
Têkildarî lihevkirina agirbesta navbera Emerîka û dewleta Tirk de jî, serokê Emerîkayê Trump idîa kir ku agirbest baş desrbas dibe û Tirkiyê pabend e.
Civîna Erdogan û Terump
Hemwextî civînê êrîşên dewleta Tirk li ser Til Temirê dijwartir bûn
Lê hemwextî civîna herdu serokan êrîşên dewleta Tirk a dagrker û çeteyên li ser Til Temirê dijwartir bûn.
Fermandarê giştî yê hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê Mezlûm Ebdî bi tiwîtekê diyar kir ku hemwextî civîna Trump û Erdogan, artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên êrîşên dijwar li dijî Til Temirê pêk tînin.
Ebdî diyar kir ku ji ber van êrîşên dewleta Tirk şêniyên herêmê koçber bûne û êrîş dewam in.
Her wiha Ebdî tekez kir ku ji desma agirbest hatiye ragihand, dewleta Tirk hezar û 100 km çargoşe dagir kiriye.

Leave a Reply

Back to top button