Emerîkî û Ermenan ji Rojava re piştgiriya xwe nîşan dan

Hevdîtina Trump û Erdogan a li Washîngtonê rastî nerazîbûnên mezin hat.
Li ber Qesra Spî Kurd, Ermen û Emerîkî girseyeke qelabalix kom bûn û piştgiriya xwe ya ji berxwedana Rojava re nîşan dan.
Xwepêşandêran planên dagirkeriyê û qirkirina li dijî Kurdan jî şermezar kirin.

Bi sedan Kurdistanî û dostên xwe Eremen û Emerîkî li ber avahiya Qesra Spî ya Washingtonê kom bûn li dijî hevdîtina di navbera Trump-Erdogan de nerazîbûn nîşan dan.
Welatiya bi navê Magnet a ji Washingtonê got:
“Em li vir in da ku piştgiriya gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê bikin ku dewleta Tirk li dijî wan êrişan pêk tîne. Em hevdîtina Trump û Erdogan şermezar dikin.”
Welatiyekî Emerîkî jî diyar kir ku li dijî êrişên Tirkiyê ew piştgiriya berxwedana gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike.
Endamê Komîteya Niştimanî ya Ermen a Amerîkî Aram jî got, ew li pişta birayên xwe yên Kurd, Kildan û Asûr ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne û anî ziman ku divê Amerîkayê helwesta xwe ya li hemberî êrişên Erdogan biguhere.

Mijarên Girêdayi

Leave a Reply

Back to top button
Close
Close