Çeteyan dêrên Girê Spî kirin baragehên leşkerî

Piştî dagirkirina bajarê Girê Spî ji aliyê çete û artêşa dewleta Tirk a dagirker ve Malbatên Ermenî hatin koçberkirin û çeteyan dêrên wan veguherandin baregehên leşkerî.
Hevseroka Buroya Ol û Baweriyan diyar kir ku her 30 malbatên Ermenî ku li Girê Spî diman ji ber êrîşên dagirkeriyê koçber bûne.

Hevseroka Buroya Ol û Baweriyan a Rêveberiya Xweser Ezîza Xenafir diyar kir ku dewleta Tirk di êrîşên dagirkeriyê de gelek sûcên şer kiriye.
Ezîza Xenafir da zanîn ku 30 malbatên ku li Girê Spî diman ji ber êrîşên dagirker yên dewleta Tirk ji neçarî koçî herêmên weke Hesekê, Qamişlo û Reqa kirine.
Her wiha destnîşan kir ku çeteyan dêrên ermenan jî ji xwe re kirine baregehên leşkerî.
Êrîşên dagirker ên dewleta Tirk
Ezîza Xenafir: Sûcên şer yên dewleta Tirk rawestînin
Ezîza Xenafir destnîşankir ku kuştina keşeyê Dêra Ermen a Katolîk Hosip Bidyon û bavê wî jî girêdayî siyaseta kuştin, koçberkirin û guhertina demografîk ya Tirkiyê û çeteyên wê yên li herêmê ye.
Hevseroka Buroya Ol û Baweriyan herî dawî bang li civaka navdewletî kir ku li hemberî sûcên şer û binpêkirinên li dijî bîr û baweriyan yên dewleta Tirk bikeve nav tevgerê û rawestînin.

Leave a Reply

Back to top button