Kongra Star ji NY re: NY bû hevkarê sûcên şer yên dewleta Tirk

Kongreya Star ji bo saziyên jin yên di bin sîwana Neteweyên Yekbûyî de name şand û bang kir ku NY nebe hevparê sûcên şer yên dewleta Tirk a dagirker.
Kongra Star daxwazên xwe jî rêz kir û xwest sînor ji aliyê hêzeke sêyemîn ve bê parastin û qada hewayî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bê qedexekirin.

 

Koordînasyona Kongreya Star ku berê ji bo NY nameyek şandibû, vê carê jî ji bo saziyên jin yên di bin sîwana NY de nameyek şand û xwest li dijî dagirkerî û sûcên şer yên dewleta Tirk bikevin nav tevgerê.

Kongra Star destnîşan kir ku dewleta Tirk di êrîşên xwe yên li dijî Girê Spî û Serê Kaniyê de hemû hiqûqa navnetewî bin pê kir û li pey hev sûcên şer kir û got:

“Lê belê tevî hemû bangawaziyan, NY wezîfeya xwe bi cîh neanî, bi awayekî eşkere bêdeng ma û bû hevkarê şer û sûcên dewleta Tirk.”

NY DIVÊ QEDERA GELAN NEKE QÛRBANÊ LIHEVKIRINA ABORÎ

Kongra Star diyar kir ji ber NY di şerê Sûrî de li dijî pîvanên xwe tev digere û destûrê dide qirkirina etnîkî û guhertina demografiyê ya dewleta Tirk, weke jinên li hêrêma Bakûr û Rojhilatê Sûrî, ji ber vê helwesta NY bi tirs û fikar in.

Kongra Star bang li NY kir ku erka xwe ku heta niha pêk neaniyê bi cîh bîne û qedera gelên neke qurbanê lihevkirina aborî.

SAZIYÊN JIN DIVÊ LI DIJÎ DAGIRKERIYÊ ROL BILÎZIN

Kongra Star ji saziyên jinan yên di bin sîwana NY’ê de xebatê dimeşînin xwest ku li gorî deng û daxwazên jinên Bakûr û Rojhilatê Sûrî rol bilîzin û got, “Her kar û xebatên saziyên jinan, ji bo bidawîanîna vî şerî û aşitiyekî mayînde û birumet, gelekî girîng e.”

Kongra Star di dawiyê de daxwazên xwe wêha rêz kir:

– Ji bo pêşî li qirkirina siyasî were girtin divê li sînor hêzeke navnetewî were bicîhkirin.

– Axa Bakûr û Rojhilatê Sûrî ji firîna balafiran re were qedexekirin.

– NY divê destûr nede planên guhertina demografîk û qirkirina etnîkî ya dewleta Tirk ku di bin navê “herêma ewle” û “projeya bajarên penaber” de pêşkêş dike.

– Di Komîteya Destûrî ya Sûrî de divê nûnerên kurd û pêkhateyên herêmê û jin cîh bigirin.

Leave a Reply

Back to top button