KCK’ê: Em ê hesretên Seyîd Riza û hevrêyên wî bi cih bînin

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê Seyîd Riza û hevrêyên wî yên berî 82 salan li Dêrsimê ji aliyê dewleta Tirk ve hatin darvekirin bi bîr anî.

KCK’ê di daxuyniya xwe de soz da ku ew ê hesretên Seyîd Riza bi cih bînin.

KCK’ê diyarkir ku dewleta Tirk dixwest Dersimê û Kurdistanê hemû bikin neteweyekî Tirk, lê ji ber ku Dersimê ev yek qebûl nekir, dest bi êrîşên qirkirinê kirin.

KCK got, “Gotina Seyîd Riza ya ‘Min li ber we serê xwe netewand bila ev jî ji we re bibe kul’ rastiya heyî ya li holê raxist ber çavan.”

KCK’ê destnîşan kir ku dewleta Tirk hê jî dev ji siyasetên xwe ya tinekirina Kurdan bernedaye û qirkirin û êrîşên ku li Dersîmê kiriye îro bi heman rengî li Bakur, Başûr û Rojavayê Kurdistanê û Şengalê dubare dike.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê di dawiya daxuyaniya xwe de wiha got:

Şervanên Azadiyê yên sekna Seyîd Riza û hevrêyên wî mînak girtine, wê bi ruhê fedayî bi teqez faşîzmê têk bibin û Kurdistaneke azad, Tirkiyeke demokratîk û Rojhilata Navîn a aemokratîk ava bikin.”

Leave a Reply

Back to top button