MSD KUJERÊN EQBAT JI KUJERÊN SARA NE CUDA NE

Meclisa Sûriya Demokratîk li ser êrîşên terorîstane ya li dijî welatiyên Eqbat ên Misrê daxuyaniyek da.

MSD’ê got, êrîşkarên welatiyên Eqbatê ji kujerên zaroka bi navê Sara Mistefa ne cuda ne.

Meclisa Sûriya Demokratîk li ser êrîşên terorîstane ya li dijî welatiyên Eqbat ên Misrê daxuyaniyek nivîskî da.

Meclisê sersaxî ji maltabên şehîdan û Komara Misr ê re xwest.

MSD’ê diyar kir ku kujerên ku êrîşî welatiyên Eqbatê kirine ji kujerên zaroka bi navê Sara Mistefa ne cuda ne.

Daxuyaniya MSD’ê wiha ye:

“Em wek endamên MSD’ê van êrîşên terorîstane tundî şermezar dikin.

Em piştrast dikin ku israra welatiyên Misrê ji ber van êrîşan li dijî terorê zêde dike.

Em şifayê ji birîndaran re dixwazin.”

Di 2’yê Mijdara 2018’an de komeke welatiyên Eqbat ên Misrê dema ku ber bi Dêra Enba Samûîl ve diçûn çeteyên DAIŞ’ê êrîşî wan kir.

Di encama êrîşê de 7 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dan û 17 jî birîndar bûn.

Leave a Reply

Back to top button