Emerîka li benda biryara Tirkiyê ye..ceza li ba dibin

Hemwextî hewaya pêkanîna cezayan, Emerîka li benda besiva Tirkiyê ji bo S400 dimîne.
Komîteya karûbarên derve ya Kongresa Emerîkî diyar kir ku, ew li benda biryara Tirkiyê ji bo S400 in.

Ev daxuyaniya kongresê piştî civîna Serokên Emerîkayê û Tikriyê derket holê..

Serokê Komîteya karûbarên derve ya Kongresê Cîm Rêş diyar kir ku, senetor bi hêvî ne ku Tirkiyê di demeke nêz de biryara xwe bide..

Li gorî daxuyaniyê, eger Tirkiyê biryarek erênî têkildarî S400 bide wê birayra cezayan ji ser wê were rakirin..

Serokê Dewleta Tirk a dagirker pişt vegera ji cem Trump got ” wan agahî daye Emerîka ku, mijara S400 goirêdayî serweriya welatê wan e û dest jê bernadin”.

Li gorî dezgehên ragihandinê jî, Senetor Lendsey Grahm di civîna girtî de ji Erdogan re gotiye, ” QSD’ê 10 hezar şervan di şerê wan li dijî DAIŞ’ê daye û dev ji wan bernadin”.

Leave a Reply

Back to top button