Misir: Tirkiye dixwaze guhertineke Demografîk çêbike

Hikumeta Misirê ji bo planên dewleta Tirk ku dixwaze guhertineke demografîk li bakurê Sûrî çêbike, hişyarî da.

Di civîna ku li Waşingtonê ji bo rewşa dawî ya Sûriyê li dar ketibû de, wezîrê derve yê Misirî Samih Şukirî behsa encamên êrîşên dewleta Tirk li ser bakurê Sûrî kir û got:

Ev êrîş wê rê li ber şerê li dijî DAIŞê bigire û guhertineke demografîk li herêmê çêbike ku ev yek xizmeta siyasetên Tirkiyê yên berfirehkirinê dike.

HIKUMETA MISIRÎ: JI BO SÛRIYÊ, EM Ê JÎ LI DIJÎ TERORÊ ŞER BIKIN

Wezîrê Misirî teqez kir wê Misir destekê bide çareserkirina aloziya Sûrî û diyar kir ew ê ji bo şerê li dijî DAIŞ û terorê bixebitin û yekparebûna Sûriyê biparêzin.

Leave a Reply

Back to top button