Jeffrey: Em ji destwerdana dewleta Tirk ne kêfxweş in

Piraniya welatên Koalîsyona navdewletî tevî êrîşên Dewleta Tirk, ji bo mijara girtiyên DAIŞ’ê bi fikar in.
Nûnerê Emerîka li Sûriyê James Jeffrey îdîa kir ku, ew ne alîgirê êrîşên Delweta Tirk in.
Hemwextî wî, Fransa û NATO’yê jî ji bo rewşa çeteyên DAIŞ’ê metirsiyên xwe anîn ziman.

 

Di civîna wezîrên dewletên Koalîsyona Navdewletî de, ji bo êrîşên Dewleta Tirk li ser bakur û Rojhilatê Sûrî û şerê li dijî terorê nakokiyên mezin derketin.

Nûnerê Emerîka ji bo Sûriyê James Jeffrey idia kir ku, “ew ji destwerdana Tirkiyê ya Bakurê Sûrî, ne kêfxweş in û divê vegera li wê herêmê ya şêniyên resen be”.

Jeffrey di civîna welatên Koalîsyonê de, destnîşan kir ku, pêwîst bû welatan girtiyên xwe DAIŞ’ê vegerandibana, lê ev mijar bû cihê nakokiyê”.

JEFFREY TIRKIYÊ DÛRÎ KOALÎSYONÊ DIBÎNE

Jeffrey îşaret bi siyaseta Tirkiyê kir û got, “Rûsya û Tirkiyê ne di Koalîsyonê de ne, lê belê ew di warê Astana de dixebitin”

Ev helwest piştî daxuyaniya Erdogan a ku mijara kirîna S-400 bi serweriya xwe ve girêda, derket holê..

FRANSA Û EMERÎKA BANGA DARIZANDINA DAIŞ’IYAN DIKIN

Wezîrê Derve yê Fransa Jean-Yves Le Drian jî banga darizandina bilez a girtiyên DAIŞ’ê kir.

Her wiha Wezîrê Derve yê Emerîkayê Mike Pompeo jî di heman civîna Koalîsyonê de, diyar kir ku, divê girtî werin dadgehkirin û binesaziya Sûriye û Iraqê ji nû ve bê avakirin..

NATO ÊRÎŞÊN TIRKIYÊ BI TÊKBIRINA ARAMIYÊ BI NAV DIKE

Di heman demê de, Sekretêrê Giştî yê NATO’yê, îşaret bi êrîşên Dewleta Tirk kir û got, “Rewş li Bakur û Rojhilatê Sûrî ne aram û tevlîhev e û ji ber rewşa herêmê, di nava endamên NATO’yê de nakokî hene..

Kordînatorê Emerîkî ji bo tunekirina terorê Nayitan Sîlz jî li wezareta karê derve ya Emerîkayê daxuyaniyek çapemneniyêde da û got, “Li herêmê ne diyar e kengî rewş were guhertin û DAIŞ’î birevin.”

Diyar e ku rastiya zindîbûna DAIŞ’ê piştî êrîşên dewleta Tirk êdî li ser maseyê ye.

Ji lew re Dewleta Tirk ji bo bêndengkirina welatan û bi taybet ên Ewropayê, gefa vegera girtiyên DAIŞ’ê li wan dixwe.

Herî dawî jî hejmarek ji wan DAIŞ’iyan vegerandin.

Leave a Reply

Back to top button