Şahoz Hesen: Tirkiye dixwaze DAIŞ’ê zîndî bike

Hevserokê PYD’ê Şahoz Hesen bal kişand ser projeyên dagirkerî û qirkirina etnîkî yên Erdogan ên li bakurê Sûrî û banga derxistina Tirkiyê ji herêmê kir. Hesen teqez kir ku Erdogan dixwaze DAIŞ’ê ji nû ve zindî bike û fikirê Ixwanî li herêmê belav bike. Hesen li dijî van planên dewleta Tirk banga yekîtiyê li Kurdan kir.

Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk-PYD Şahoz Hesen diyarkir ku dewleta Tirk dagirkeriya xwe bi planên pir alî dimeşîne û armanca wê ya sereke tunekirina gelê Kurd e.

Şahoz Hesen destnîşankir ku DAIŞ’ê bi têkoşîna Kurdan têk ku, lê dewleta Tirk dixwaze careke din rih bide DAIŞ’ê.

Şahoz Hesen got, “Erdogan, ji bo Osmaniya nû ava bike, çeteyan bi kar tîne û bi fikirê Ixwanan dixwaze hemû cîhanê fetih bike.”

Hevserokê PYD’ê diyar kir ku Erdogan dixwaze DAIŞ’eke fermî ava bike, ev jî li ser hemû gelan metirseyeke mezin e û got,

“Pêşîgirtina li vê xeteriyê jî bi berxwedana ku li bakur û rojhilatê Sûrî tê kirin gengaz e.”

ŞAHOZ HESEN: DIVÊ DEWLETA TIRK JI HERÊMÊ DERKEVE

Şahoz Hesen anî ziman ku divê qada asmanî ji balafirên dewletên biyanî re were girtin û weha dewam kir:

Pêwîst e hêzek navnetewî li ser sînorê Sûr-Tirkî were bicihkirin.

Divê dewleta Tirk ji herêmê were derxistin.

Ne gengaz e gelê me bi hêzeke ku DAIŞ di nav de be, bijî.

Divê der barê sûcên şer ên dewleta Tirk de lêpirsîn were vekirin.

ŞAHOZ HESEN: JI BO ÇARESERKIRINA PIRSGIRÊKAN, YEKÎTÎ PÊWÎST E

Hevserokê PYD diyar kir ku dewleta Tirk li pêşiya çareseriya pirsgirêka Kurd jî dibe asteng û anî ziman ku ji bo çareseriya aloziya Sûriyê û avakirina Sûriyeyek demokratik pêwîst e pirsgirêka Kurd were çareserkirin.

Hevserokê PYD Şahoz Hesen ji bo gelê Kurd jî got, “Eger em yekîtiya xwe xurt bikin em ê karibin pirsgirêkan çareser bikin.”

Leave a Reply

Back to top button