Beşar Esad: Em amade ne hêzên Kurd tevlî artêşê bikin

Serokê rejîma Sûrî Beşar Esad diyarkir ku ew amade ne hêzên Kurd yên li Bakûr û Rojhilatê Sûrî tevlî artêşê bikin, lê ji wan bersîva neyenî girtine.

Esad îdîa kir ku ji bo bi hev re li dijî dagirkeriya Tirkiye şer bikin, reya herî rast tevlîbûna YPG ya nav artêşa sûrî ye.

Pisporê Rus Sergey Demî-denko ku ev bangawaziya Esad nirxand diyarkir ku Esad dixwaze vegere salên berî 2011’an û got, “Tiştek ku em bêjin artêşa Sûrî ye, nema ye.”

Serokê rejîma Sûrî Beşar Esad ji ajans û televîzyona Rûsî re axivî û bibîrxist ku piştî lihevkirina Soçî Wezareta Parastinê ya Sûriyê bi awayekî fermî ragihandiye ku ji bo endamên YPG li gorî taybetmendiyên herêmê tevlî artêşa Sûrî bibin, ew amade ne.

EM AMADE NE HÊZÊN KURD TEVLÎ ARTÊŞÊ BIKIN, LÊ EW QEBÛL NAKIN

Esad got, “Lê li gorî bersîva ku em difikirin fermî ye, hêzên Kurd niha ne amade ne ku tevlî artêşa Sûrî bibin û dixwazin çekên li van herêman di destê xwe de bigirin.”

Esad îdîa kir ku ji bo têkoşîna hevpar a li dijî dagirkeriya Tirk, tevlîbûna hêzên Kurd a artêşa rejîmê helwesta herî rast e.

Serokê rejîma Sûrî diyarkir ku niha bi hevkariya Sûriyê û Rusyayê dixwazin hêzên Kurd di vê mijarê de qanix bikin.

DIVÊ TIRKIYE JÎ HÊZÊN XWE VEKIŞÎNE

Beşar Esad diyarkir ku ji bo ev lihevkirina Soçî bi temamî pêk were bi Rûsya re di nav hevkariyê de ne û piştî ev pêk hat jî wê ji Tirkiye re bêjin, “hêzên xwe vekişînin”.

Esad her weha destnîşan kir ku êrîşên dewleta Tirk a li Bakûrê Sûriyê dikare rê li ber şerekî etnîkî vebike.

Esad daxwaza kurdan a xweseriyê jî bi awayekî neyenî nirxand û diyarkir ku rewşa Sûriyê ji ya bakûrê Iraqê û ji ya Başûr-rojhilatê Tirkiye cûda ye.

DEMÎDENKO: NIHA TIŞTEKÎ JI ARTÊŞA SÛRÎ NEMA YE

Ji Pisporên Rojhilata Navîn a Enstîtuya Zanistên Civakî yê Rusyayê Sergey Demîdenko ji ajansa Rûsî Rîo Novoskî re ev daxuyaniyên Esad nirxand diyarkir ku Esad dixwaze vegere salên berî 2011’an ku Kurd ti herêm kontrol nedikirin û got, “Niha tiştek ku em bêjin artêşa Sûrî ye, nema ye.”

Demîdenko weha dewam kir: “Ne diyar e bê dixwazin Kurd tevlî çi bikin, ji ber niha artêşa Sûrî nîne. Berî çend salan yên ji wan re digotin artêşa Sûrî, ji çend komên alîgirên Esad pêk dihat.”

Sergey Demîdenko destnîşan kir ku li gorî van koman, kurd xwedî pergaleke gelekî cûda ne û diyar kir ku ji ber vê yekê ev helwesta wan ya ku naxwazin tevlî artêşa rejîma Sûrî bibin, tê fêmkirin.

Leave a Reply

Back to top button