Ji gundê Erîşa yê Til Temirê 16 sivîl hatin revandin

Artêşa Tirk li Bakûr û Rojhilatê Sûrî sûcên xwe yên şer berfireh dike. Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên Cebhet El-Nusra û DAIŞ’ê 16 sivîl ji gundê Erîşa yê Til Temirê revandin.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ku li dijî Til Temirê bê navber êrîşên xwe didomînin, dest bi rêvandina sivîlan jî kirin.

Li gorî agahiyên ku ajansa ANHA ji çavkaniyên herêmî bi dest xistine, di nava sivîlên ku çeteyan revandine jin jî hene.

Li gorî çavkaniyan, navê hin sivîlên hatine revandin weha ne:

Îsmaîl Mihemed Îbrahîm,

Îsmaîl Hemo,

Xidir El-Elî Cimo,

Mihemed El-Hemo,

Burteqala Etiya,

Caziya El-Ezo,

Zemo El-Biyo,

Dalya El-Ezo ya 15 salî

Ebta El-Biyo û Xidir Cimo ye.

Leave a Reply

Back to top button