”Di têkoşîna li dijî DAIŞ’ê de hevkarên herêmî bi hezaran şehîd dan”

Welatên di bin sîwana Koalîsyona Navdewletî ya li dijî DAIŞ’ê de diyar kirin ku ji bo têkbirina çeteyên DAIŞ’ê hevkarên wan herêmî bi hezaran şehîd dan. Welatên Koalîsyonê destnîşankirin ku îro ev destkeftî rastî gefan tên û divê werin parastin.

Wezîrên dewletên di bin sîwana Koalîsyona navdewletî de li Waşngtonê civîna xwe ya salane li dar xistin.

Di dawiya civînê de dewletan daxuyaniyek da û diyar kirin ku di têkoşîna li dijî DAIŞ’ê de hevakrên herêmî bi hezaran şehîd dan, gelek destkeftî hatin bidestxistin û divê Koalîsyon ev destkeftiyên ku îro rastî gefan tê biparêze.

”DESTKEFTIYÊN TÊKOŞÎNA LI DIJÎ DAIŞ’Ê RASTÎ GEFAN TÊN”

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:

Mijara çeteyên DAIŞ’ê yên li Bakur û Rojhilatê Sûrî mijarekî girîng e û wê têkoşîna li dijî DAIŞ’ê berdewam be û em ji bo qonaxeke nû ya vê têkoşînê amade ne.

Koalîsyonê di daxuyaniya xwe de piştgiriya xwe ya ji hêzên herêmî tekez kir û got:

Divê herêmên ku ji DAIŞ’ê hatine rizgarkirin bên parastin.

”GUHERTINA DEMOGRAFIYA SÛRIYÊ NAYÊ QEBÛLKIRIN”
Her wiha Koalîsyonê di daxuyaniya xwe de bal kişand ser êrîşên dewleta Tirk û planên wê yên guhertina demografiya herêmê û da xuyakirin ku ti guhertineke demografîk ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî re nayê qebûlkirin.

Ji aliyê din ve hat diyarkirin ku vegera penaberan jî, divê li gorî qanûnên navdewletî be û ne bi darê zorê be.

Leave a Reply

Back to top button