Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk jî Mazlûm Ebdî bi tiwîtekê daxuyaniya Welatên di bin sîwana Koalîsyona Navdewletî ya li dijî DAIŞ’ê bi erênî nirxand.
Mazlûm Ebdî got:
Em tevî biryarên Kolayîsona Navdewletî yên berdewamkirina têkoşîna li dijî DAIŞ’ê dibin.
Em jî weke Koalîsyonê tekez dikin ku destkeftiyên têkoşîna li dijî DAIŞ’ê divê bên parastin, ji bo ewlehiya herêmê.