
Nûnerê rejîma Sûrî li NY diyar kir ku çeteyên dewleta Tirk yên ji DAIŞ û Cebhet El-Nusrayê li Idlibê sivîl kirine mertal û erkê rejîmê ye ku van sivîlan rizgar bike.
Di civîna Konseya Ewlekariyê ya der barê Rewşa Rojhilata Navîn de nûnerê rejîma Sûrî Beşar El-Caferî got:
Terorîstên li Idlibê sivîl ji xwe re kirine mertal û erka hikumetê ye ku van sivîlan rizgar bike.
Caferî destnîşan kir ku hebûna serçeteyê DAIŞ’ê li Idlibê, hebûna çeteyên DAIŞ û Nusrayê li Idlibê piştrast dike û divê ji bo tunekirina van terorîstan Konseya Ewlekariyê destekê bide.
Duh hêzên rejîma Sûrî bi desteka Rûsyayê li bejahiya Başûr-Rojhilatê gundewarê Idlibê li dijî çeteyên dewleta Tirk a dagirker dest bi operasyoneke leşkerî kiribû.
Di encamê de rejîmê gelek herêm bidest xistin û ev operasyon hîn jî berdewam e.