Rûsya û Birîtaniya: Rewşa Bakur û Rojhilatê Sûrî gotûbêj kir

Nûnerê Rûsyayê li Sûriyê li gel şêwirmendê serokwezîrê Birîtaniyayê, aloziya Sûrî, bi taybet rewşa Bakur û Rojhilatê Sûrî gotûbêj kirin.

Wezareta derve ya Rûsyayê ragihand ku Nûnerê Rûsyayê li Sûriyê Elksender Lavrentîv û wezîrê derve yê Rûsyayê Sêrgî Vêrjînîn îro li gel şêwirmendê serokwezîrê Birîtaniyayê Dêvîd Korî aloziya Sûrî û bi taybet rewşa Bakur û Rojhilatê Sûrî gotûbêj kirin.

Wezaretê diyar kir ku her du aliyan bi berferehî rewşa Bakur û Rojhilatê Sûrî nîqaş kir, her wiha rewşa herêmên ”Kêm Şer” li Idlibê jî cihê xwe di nava nîqaşan de girt.

Wezaretê destnîşan kir ku aliyan li ser çarseriyeke siyasî di çarçoveya xebatên Komîteya Destûrî li Cinêvê tekez kirin.

Her wiha dan xuyakirin ku bi awayekî bilez divê alîkariyên mirov bigihêjin tevahiya xaka Sûrî.

Leave a Reply

Back to top button