Rêveberiya Xweser û MSD’ê ji bo bîranîna erhildana 12’ê Adarê daxuyanî dan

Bi boneya salvegera 20’an a Serhildana 12’ê Adarê Meclisa Sûriya Demokratîk MSD’ê û Rêveberiya xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyanî dan.
MSD û Rêveberiya xweser diyar kirin ku armanca rejîma Baasê derxistina fitneyê di navbera gelên Sûriyê de bû.
Gelê kurd plana baasê têk bir û serhildan bû bingeha demokrasîkirina Sûriyê.

Bi boneya salvegera 20’emîn a serhildana gelê kurd a 12’ê Adarê li dijî rejîma Bassê Meclisa Sûriya Demokratîk û Rêveberiya xweser a herêma bakur û rojhilatê Sûriyê daxuyanî dan.

MSD: Serhildan li dijî plana rejîma Basê ya derxistina fitneyê di navbera gelên Sûriyê de bû

MSD’ê di daxuyaniya xwe de got:

“20 sal di ser Serhildana 12`ê Adarê re derbas bû.

Serhildan li dijî plana rejîma Basê ya derxistina fitneyê di navbera gelên Sûriyê de bû.

Lê belê zanabûna civakî û siyasî ya gelê Kurd ji planên rejîmê mezintir bû û neket xefka rejîmê.

Komkujiya li dijî sivîlan pêk hatiye, veguherand serhildaneke mezin ku li Heleb û Şamê belav bû û gel tê de benda tirsê şikand û banga azadî û demokrasiyê û guhertina demokratîk kir.

Ji bo wê, em dibêjin diyaloga sûrî-sûrî rêya pêkanîna daxwazên guhertinê û hêviyên gelê Sûriyê ye.”

Rêveberiya Xweser: Serhildana 12’ê Adarê hîmê bingehîn ê Şoreşa demokratîk a li Sûriyê danî

Di heman çarçoveyê de jî Rêveberiya Xweser a herêma Bakur û rojhilatê Sûriyê jî daxuyaniyek bi raya giştî re parve kir û ev tişt tê de hat gotin:

“Serhildana 12’ê Adarê hîmê bingehîn ê şoreşa demokratîk a li Sûriyê danî.

Ruxmî hewldanên derxistina fitneyan di navbera pêkhateyên herêmê de lê gelê herêmê Ii ser bingehê mîrasa Serhildana 12’ê Adarê bi yekitî, têkoşîna hevpar, bi projeya biratiya gelan û neteweya demokratîk ev hewldan pûç kirin.”

Serhildanê wateya rasteqîn a şoreşê diyar kir ku bi rêya wê asoyên çareserkirina pirsgirêka Kurdên li Sûriyê û tevahî pirsgirêkên pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê vekir û wiha daxuyanî bi dawî kir:

“Em ê meşa ber bi pêkanîna armancên gel ên demokrasî û avakirina civakê ve bidomînin. Serhildana 12’ê Adarê bingeha me ya xurt a pêkanîna van armancan û rizgarkirina herêmên dagirkirî û avakirina Sûriyeke pirrengî ya demokratîk a yekbûyî ye.”

Mazlûm Ebdî: Em ê doza Şehîdên 12’ê Adarê bidomînin

Back to top button