Ukranya ji serçeteyên DAIŞ’ê El Bara Şîşanî girt

Hikumeta Ukranya ragihand ku wan yek ji serçeteyên DAIŞ’ê yên herî xeternek, El Bara Şîşanî girtin e.

Li herêmeke çolter a paytexta Ukranya Kiev ê, Rêxistina hindirîn a agahîgirtin û parastinê ya Ukranya, Wezareta hindirîn a Gurcistan û Rêxistina Agahîgirtinê ya Navendî (CIA) ya Emrîkî bi oparasyoneke hevbeş El Bara Şîşanî girtin.

Şîşanî ji 2018’an ve li Ukranya dima.

Tê gotin Şîşanî beriya ku derbasî Ukranya bibe, li Tirkiyê bû.

El Bara Şîşanî welatiyê Gurcistanê ye û 2012’an tevlî rêxistina Ahadun Ahat a li Lazkiyê bû û weke serçeteyê giştî li herêmê tevdigeriya.

Di sala 2013’an de jî weke nunerê Ebu Umer el Şîşanî hat ragihandin.

Piştî ku Ebu Umer Şîşanî 2016 hate kuştin, El Bara Şîşanî derbasî tirkiyê bû û li wir dest bi rêxistinkirina bûyerên terorî kir.

Di havîna 2018’an de Şîşanî bi rêya qaçaxî derbasî Ukranya bû.

El Bara Şîşanî li Ukranya ji bo rêxistinkirina komên DAIŞ’ê yên li herêmê kar dikir.

Leave a Reply

Back to top button