Hikûmeta faşîst a AKP, li Bakûrê Kurdistanê li pey hev şaredariyên HDP dagir dike.
Îro jî şaredariyên HDP yên navçeyên Stewre, Dêrik û Şemrexê hatin dagirkirin.
Piştî ku doh li Mêrdînê di operasyonên qirkirina siyasî de Hevşaredara Stewrê ya HDP’ê Gulistan Oncu, Hevşaredara Şemrexê ya HDP’ê Nalan Ozaydin û Hevşaredara Dêrikê ya HDP’ê Mulkiye Esmez hatin binçavkirin, îro jî şaredarî hatin dagirkirin.
Dewleta Tirk a dagirker şarêdariyên navçeyên Mêrdînê yên Stewrê, Dêrik û Şemrexê desteser kir û paşê qeyûmê xwe erkdar kir.
Tevî yên dawî heta niha 3 jê şarêdariyên bajarê mezin, 23 şaredariyên HDP ji aliyê dewleta Tirk ve hatine dagirkirin.