QSD: Dewleta Tirk agirbestê binpê dike, 2 şervan şehîd bûn

Berxwedana Rûmetê ya li dijî dagikeriya dewleta tirk îro di roja xwe ya 39’an de ye.
Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê encama êrîşên dewleta tirk û çeteyên wê yên di nava 24 saetên dawiyê de eşkere kir.
QSD’ê ragihan ku 2 şervanên QSD’ê di encama êrîşên dewleta Tirk de şehîd bûne.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD’ê bi daxuyaniyekê nivîskî encama êrîşên dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê yên di nava 24 saetên derbasbûyî de eşkere kir.

QSD’ê destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker agirbestê bin pê dike û bi her cure cekên giran û balefirên bê mirov êrîşên xwe dewam dike.

QSD’ê ev agahî par ve kirin:

Li eniya Til Temirê, artêşa dagirker û çeteyên wê li gundên Ing el-Hewa, Mehmûdiyê, Qasimiyê û Rihaniyê bi çekên giran û balafirên bê mirov êrîşî herêmên sîvîlan kirin û xwestin qadên nû dagir bikin.

Komên çete bi obus û hawanan êrîşî çeperên hêzên Meclîsa Leşkerî ya Suryanî kirin.

Her wiha artêşa tirk a dagirker jî bi balafirên bê mirov herêm bombebaran kirin.

Li eniya Eyn Îsa jî artêşa Tirk dagirker û çeteyên wê bi çekên giran û balafirên bê mirov êrîş birin ser bendên kontrolê yên li ser rêya M4 a navdewletî, gundên Tîna û Qizalî.

Artêşa dagirker dîsa ev herêm bi balafirên bê mirov bombebaran kir.

QSD’ê dazanîn ku di encama van êrîşên dewleta Tirk a dagirker de 2 şervanên QSD’ê şehîd bûne.

Leave a Reply

Back to top button