Polîsa Elman jineke DAIŞ’î girt

Piştî ku dewleta Tirk a dagirker 2 jinên DAIŞ’î yên Elman şandin welatê wan, polêsan Elman jî ragihandin ku wan bi sedema ku têkîliya wê bi çeteyên DAIŞ’ê re heye, jinek girtine.

Serdozgeriya giştî ya Elman îro ragihand ku polîsên Elman jineke Elman, bi sedema ku girêdana wê bi çeteyên DAIŞ’ê re heye girtine.

Serdozgeriyê da xuyakirin, çav li rê ye ku îro ji aliyê dadgeha Elman ve bê dadgehkirin.

Li gorî agahiyên serdozgeriyê, jina hatiye girtin dawiya sala 2014’an hatiye Sûriyê, tevlî DAIŞ’ê bûye û sala 2015’an bi çeteyekî DAIŞ’î re zewiciye û pê re çûye Îraqê.

Her weha li gorî agahiyan mehane 100 dolar ji çeteyên DAIŞ’ê werdigirt û bi çek bû.

Hat diyarkirin ku jina DAÎŞ’î û hevjînê wê piştî vegeriyabûn Sûriyê, ji aliyê Hêzên ewlekariyê yên Bakur û Rojhilatê Sûrî ve hatibûn girtin, lê paşê reviyan e.

Duh êvarî jî dewleta Tirk a dagirker 2 jinên DAIŞ’î şandibûn Elmanyayê.

Piştî êrîşên dewleta Tirk a dagirker yê li dijî Bakûr û Rojhilatê Sûrî, gelek çeteyên DAIŞ’î derfet dîtibûn ku birevin û biçin Tirkiye.

Leave a Reply

Back to top button