
Li gelek bajarên ewropayê tecrîda li ser rêber Ocalan û êrîşên dewleta Tirkiyayê li dijî bakurê Sûriyayê hate şermazarkirin.
Kurdistanî û dosên wan li Mersîlya, Swêd, Fransa û Finalandayê çalakî li dar xistin.
Li dijî tecrîda şidandî ya li ser Rêber Ocalan û êrîşên artêşa tirk a dagirker yên li ser bakurê Sûrî li Ewropa meş û çalakî hatin lidarixistin.
Bi sedan Kurdên li Marsîlyayê û derdora wê, li Qada Canebîereyê li hev kom bûn û dest bi meşê kirin.
Di meşê de pankartên ‘Bila tecrîda li ser Ocalan were bidawîkirin’ hate vekirin.
Her wiha belavok hatin belavkirin û piştre li qada Vîeûx Portê mîtîngek hate lidarxistin.
Di meşê de bal kişanda ser tecrîdkirina Ocalan û banga xwedîlêderketina li Ocalan û Rojava kir.
Ciwanên Kurd ji bo Ocalan li ber Muzeya Loûvre û gara trenê çalakî lidar xistin.
Ciwan li pêşiya muzeyê rûniştin û dest bi xwendina pirtûkên Ocalan kirin.
Ciwanan li ser tecrîd û êrîşên dewleta Tirk belavok belav kirin.
Li Finalandayê jî êrîşên dagirkeriya Tirkiyê yên li ser Bakurê Sûriyê hatin şermezarkirin .
Gelê Finlanda û kurdên li wir bi tevlêbûna partiyên çepger binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker li hemeberî gelê Bakurê Sûriyê bi meşekê şermezar kirin.
Li bajarê Malmo yê Swêdê jî 16 rêxistinên civaka sivîl ji bo 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê daketin qadan û Şoreşa Rojava pîroz kirin.
Li herêma Normandiya a Fransayê jî bi heman armancê civîna gel hate lidarxistin.
Di civînê de tecrîd hate şermezarkirin.