Desteya aborî û çandiniyê tov da cotkarên zeviyên wan şewitîbûn

Komîteyên çandiniyê yên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê dest bi belavkirina tovên genim li cotkaran kir. Ji bo cotkarên ku zeviyên wan şewitibûn desteya çandiniyê bê pere tov dide.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji tevahiya komîteyên çandinî xwest ku tovên demsala zivistanê bi nirxên guncew li cotkaran belav bikin û yên ku ji ber şewatan zirar dîtine bê pere li wan belav bike.

Tevahî navendên çandiyê yên girêdayî Desteya Aborî û Çandinî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê dest bi belavkirina tovên genim li cotkaran kir.

Her kîloyek bi 180 lîreyên Sûriyê tê firotin.

Ev buha li gorî sûka reş kêmtir e, ku her kîloyekê bi zêdetirî 200 lîreyên Sûriyê tê firotin.

Hevserokê Desteya Aborî û Çandinî Selman Barûdo diyar kir ku Rêveberiya Xweser wê bi destpêkirina zivistanê re tov bê pere li kesên ji ber şewata zeviyan ziyan dîtine belav bike.

Li gorî Rêveberiya Xweser rûbera zeviyên çandiniyê yên ku hatin şewitandin 435 hezar û 50 donim ji genim û ceh yên 6 hezar û 36 cotkaran e.

Leave a Reply

Back to top button